Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir
- rojane
- 10:54 05/6/2024
Edliyeya Colemêrgê ya ku wê danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Siddik Akiş lê bê lildarxistin, ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Edliyeya Colemêrgê ya ku wê danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Siddik Akiş lê bê lildarxistin, ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û siyasetmedar Leyla Zana li dijî tayînkirina qeyûm diçin Colemêrgê.
Parêzer Şevîn Kaya diyar kir ku li pey komkujiya 5’ê Hezîranê ya DAIŞ’ê li Amedê pêk anî organîzasyonek hebû û got: “Me gelek caran bal kişand ser berpirsiyariya wezîfedarên cemaweriyê. Ji bo komkujî ronî bibe wê têkoşîna me bidome.”
Hevseroka Şaxa OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan da zanîn ku li cîhanê tu girtîgehên ku parêzer nikarin bikevinê nînin, yekane mînaka vê Girtîgeha Îmraliyê ye û anî ziman ku divê li dijî tecrîda li Îmraliyê hemû beş dengê xwe derxînin.
Li Mêrdînê duh 10 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Parlamenterê DEM Partiyê Oemr Ocalan diyar kir ku tevgera siyaseta kurd piştî 45 salan dîsa şarederiyê bi dest xistiye û got: “Şitlê ku 45 sal berê hatibû çandin, di 2’yê hezîranê de dîsa şîn bû.”
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, 192 roj in li ber xwe didin.
Mûsa Pîroglûyê ji DEM Partiyê, li dijî qeyûman îşaret bi bilindkirina têkoşîna civakî kir û Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak jî bi lêv kir ku divê CHP li hemberî polîtîkayên desthilatê bêdeng nemîne.
Amediyên ku bertek nîşanî tayinkirina qeyûma li Şaredariya Colemêrgê dan, diyar kirin ku wê polîtîkaya qeyûm bi ser nekeve û gotin: "Divê em dakevin kuçeyan û dengê xwe bidin bihîstin û em ya ku mafê me ye bistînin."
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ku ji bo hevdîtinê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike serî li wezaretê da, got: "Divê asayîbûn ji Îmraliyê dest pê bike. Yan na wê pirsgirêkên din tim bên taloqkirin."
Li Geverê ciwanan li gelek taxên navçeyê li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê çalakiyên protestoyê li dar xistin.
Şandeya CHP'ê ku piştî tayinkirina qeyûm hat bajêr, serdana DEM Partiyê kir. Berdevka CHP'ê Denîz Yucel, got: "Tayinkirina qeyûm antîdemokratîk e û ne qanûnî ye."
Li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrgê, li şaredariyên DEM Partiyê yên li Kurdistanê çalakiyên nobedê hatin destpêkirin. Gel bi dirûşmeyên ‘zext nikarin serî bi me bidin tewandin’ berdewamiya xwe didomînin.
Îro jî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran hat şermezarkirin. Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr a Amedê, li ber edliyeyê daxuyaniyê dide.