Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
- rojane
- 09:57 09/8/2024
Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê Huseyîn Çaglar diyar kir ku qirkirina daran a li erdnîgariya Kurdistanê encama feraseta "dagirkeriyê" ye û got: "Mantiqa dagirkeriyê ya li Efrînê, li Gabar û Cûdiyê didome. Lewma divê her kes li dijî vê talankirinê bi hev re bitêkoşe."