Hiqûqnas li dijî îşkenceyê diçin herêma erdhejê: Bi OHAL’ê re zêde bûn

  • rojane
  • 12:18 14 Sibat 2023
  • |
img
 
ÎZMÎR - Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz da zanîn ku dê şandeyeke ji Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê pêk tê, ji ber binpêkirinên her roj zêdetir dibin dê biçe herêma erdhejê û got ku ji bo parêzeran  lijneya koordînasyonê hatiye avakirin. 
 
Birînên erdheja Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê sibatê de pêk hat ji hêla gel ve tên dermankirin û li hêla din jî bi îdiaya “talankirinê” li herêmê rewşeke aloz tê afirandin. Piştî tehrîkên hinek derdoran, dîmenên leşker, polîs û hin kesên sivîl ku îşkence dikirin li ser medyaya civakî hatin parvekirin. Bi taybet jî li dijî penaberan nîjadperestî hate sorkirin û komên çekdar li Hatayê kesên ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re çûne herêmê hedef girtin. 
 
BÛYERÊN ÎŞKENCEYÊ 
 
Li Hatayê ku ji ber erdhejê wêran bûye, kesê bi navê Ahmet Gureşçî û birayê wî Sabrî Gureşçû di 11’ê sibatê de li navçeya Altinozuyê dema dixwestin biçin mala xwe, ji hêla cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Piştre jî Ahmet Gureşçî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin jiyana xwe ji dest da. Di 12’ê sibatê de jî welatiyên bi navên Recep Tanriverdî, Aydin Tanriverdî, Yûsûf Atabay, Îbrahîm Tanriverdî û Erhan Tanriverdî ku ji qeymeqamtiyê belge standibûn û bi awayekî dilxwaz ji Çinar a Amedê çûbûn Semsûrê, bi îdiaya “gumanbar” ji hêla cendirmeyan ve hatin vexwendin. Piştre jî li emniyetê hatin îşkencekirin û birin devera Çalakl a li ser rêya Semsûr-Mereşê. Ciwanên navborî li vir jî hatin îşkencekirin, hatin tazîkirin û derxistin derveyî bajar. 
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şukran Ozturk û Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz têkildarî binpêkirinên li herêmên erdhejê axivîn. 
 
PIŞTÎ OHAL’Ê ZÊDE BÛN
 
Hevseroka OHD’ê Şukran OZturk got ku li şûna birînên erdhejê bên dermankirin, dîmenên îşkenceyê bûne rojev û wiha got: “Piştî ku Erdogan OHAL ragihandî, dîmenên îşkenceyê zêde bûn. Ji xwe serokkomar bi xwe jî ev bûyer weke talanê pênase kirin. Beriya daxuyaniya wî agahiyeke wiha tune bû. Penaberên sûriyeyî hedef hatin girtin, îşkencekirin, hat lêxistin. Ev dîmen li ser hesabên medyaya civakî hatin parvekirin. Dixwazin bibêjin ku ‘em ê bikujin lê tu mafê we yê hiqûqî tune ye.’ Mixabin ku dîmenên îşkenceyê hêj jî tên parvekirin.” 
 
57 KES HATIN GIRTIN 
 
Ozturk, got ku baroyên li herêmê jî ji erdhejê bibandor bûne û wiha pê de çû: “Lewma parêzerên ji bajarên din diçin, girtekan digirin. Dê kesên îşkence kirine bêceza nemînin. Li gorî min ev bûyer bi taybet jî hatine plankirin. Hejmara mitehitên hatine binçavkirin 31 e lê yên ji ber bûyerên ‘talanê’ hatine binçavkirin 57 e. Hinek agahiyên li ser medyaya civakî hene ku divê bên teyîtkirin. Lê bûyereke îşkenceyê ya bi mirinê bi dawî bûyî heye. Di vê mijarê de gef li hevalên me hate xwarin. Ji bo parastina hiqûqê, em ê kirariyên pêwîst bikin û girtekan bigirin. Nexwe dê îktîdar dewleta polîsan ava bike. Wê demê bi navê demokrasî û hiqûqê tiştek namîne.”
 
MUDAXELEKIRINA MAFÊ JIYANÊ
 
Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz jî anî ziman ku dewlet ji parastina can û malê xelkê berpirsyar e û wiha got: “Li herêmên erdhejê tundî û îşkence heye. Hinek kes hinek tiştan dikin hincet û îşkence û miameleya xerab dikin. Îşkence û miameleya xerab ji ku tê kirin bila bê kirin, mudaxeleya mafê jiyanê ye. Divê bi tu awayî neyê qebûlkirin û yên dikin jî divê hesabê bidin edaletê. Pêşîlênegirtina bêhiqûqiyan û sorkirina tundiyê dê bi xwe re rewşeke kaos bîne. Dê ev yek li tevahiya welêt belav bibe û encamên nebaş bi xwe re bîne. Hewcehî bi sepana OHAL’ê nebû. Jixwe ji bo rewşên karesatan qanûn hene. Sepana OHAL’ê bi xwe re pêvajoyeke binpêkirina mafan tîne. Şandeyeke ji Baroya Îzmîrê û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê pêk tê dê biçe herêmên erdhejê. Ji bo parêzerên dê biçin herêmê lijneya koordînasyonê hate avakirin. Em her roj qala bûyer û binpêkirinên nû dikin. Ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên dema pêş, divê hinek tişt bên kirin. Em jî dê wê bikin.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

25/02/2023
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2023'YAN
24/02/2023
22:57 Hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 218'an
21:06 Mexdûrên erdhejê bertek nîşanî AFAD'ê dan: Divê ên we şandine îstifa bikin
20:52 Ji Girtîgeha Kurkçulerê gelek girtî hatin sewqkirin
20:48 Li Sêwazê erdhej çêbû
19:17 Li Amedê ji bo apartmana ku hatibû gotin 'kêmxesar' e, paşê rapora 'pirxesar' hat amadekirin
18:46 Xwediyê otêla hilweşiya Kirçûvalê AKP'î hat girtin
18:26 Koçê HDP'î hat berdan
18:15 Der barê polîsê ku Nîhat kazanhan qetil kir de biryara zevtkirinê
16:53 Li Şêxmeqsûdê teqîn: Kesek mir û du kes birîndar bûn
16:53 Rojnamevan Altûn di 31’emîn qetilkirina salvegera xwe de hate bibîranîn
16:46 Ahmet Bugrur ê ku bi mele re minaqeşe kir li nezaretxaneyê mirî hat dîtin
16:29 Li Cizîrê di kargeha plastîkan de şewat derket
15:54 Alîkariyên ji herêma erdhejê re didomin
15:52 Doza xelata JIN TV: Dadgehê hêj hikûm nedayî dosye girt
15:42 Polîsan konên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn vegirtin rakirin
15:36 Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hate valakirin
15:20 Têjikê kûçik ê her du lingên wî şikestîn li benda tedawîkirinê ye
14:38 Fîncanci: Li herêmên erdhejê di xizmeta tenduristiyê de cihekarî heye
14:38 13 pisîkên di Sîteya Galeria’yê de hatin rizgarkirin
14:27 Baroya Îzmîrê: Polîtîkayê cihêkar ên li dijî penaberan nayê qebûlkirin
14:11 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
14:05 Li Amedê ji bo komkirina ‘delîlên’ hilweşîn û xesarê xebata keşfê hate destpêkirin
14:00 Li Amediyê bombeya fosfor hat bikaranîn
13:29 Dilxwazan li 80 gundan kontrola tenduristiyê kirin
13:04 Egîtîm Senê giliyê personelên saziyên cemaweriyê kir
12:45 Malbata Şenyaşar: Dema mijar dibe desthilat dozger nikarin darizînin
12:37 ‘Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan ceza bikin’
12:19 Bijîşkê dilxwaz: Malzemeyên paqijiyê kêm in xetereya şewbê heye
11:29 Muteahîd û şaredarê AKP’yî rê li ber karesatê vekirin
11:00 Pîrê elewiyan Soysuren: Ji bo vejîna mirovahiyê hewcehî bi civakîbûnê heye
10:40 Hevserokê HDP’a Nisêbînê yê berê hate binçavkirin
10:33 Ji Baroya Hatayê ji bo mexdûrên erdhejê rehbera hiqûqê
10:33 Li Îzmîrê mirina biguman a zarokekî
10:12 Sancar: Heke em rê li ber planên xêrnexwaz negirin dê çanda bajarên me biguherînin
09:58 Tenûr bûne stargeha wan
09:43 Agaoglû: Îktîdar bi hedefgirtina penaberan hewl dide terkexemiya xwe veşêre
09:11 Li Girtîgeha Xarpêtê qufla li ser quflê!
09:07 Roja 19'an a erdhejê: Pêdivî bi konan û zexîre heye
09:05 Dê ji sedî 40'ê heqê avahiyan ji gel bê stendin: Wê 20 salên din jî me deyndar bikin
09:01 Sê hevreyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Ya ku mirov nêzî azadiyê dike berxwedan e
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2023'YAN
23/02/2023
21:14 Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
19:46 Li Defneyê bi pileya 5'an erdhejokek çêbû
19:42 8 hezar û 550 erdhejok çêbûne
19:37 Têkildarî avahiyên hilweşiyayî 22 kes hatin girtin
17:39 Sancar: Heqîqeta gel piştevanî ye
16:52 Hevberdevkê Înîsyatîfa Rêza Li Miriyan û Edaletê Erol: Divê dawî li definkirina komî bê
16:27 Kavilên Diyar Galeria bi veşarî tên rakirin: Gelo Tîma Taybet li çi digere?
16:26 Ji Hiqûqnasan Nobeta Edaletê: Em li pişt êrişên nijadperest dewletê dibînin
16:25 AFAD mexdûrên erdhejê deyndar dike
15:55 Ricaya zarokekî: Belkî dawî li şeran bînin û ji bo erdhejên din tevdîran bigirin
15:35 Li Meletiyê li pey hev erdhej çêbûn
15:14 Di weşana zindî de gef li nûçegihanê Halk TV’yê hat xwarin
15:14 HDP’ê kampanya ‘Em malbatan tînin ba hev’ da destpêkirin
15:08 Tevî biryara bêçalaktiyê di rojekê de 74 caran êriş kir
15:00 ‘Doza Akademiya KCK’ê’ hate taloqkirin
14:58 Xetereya Koçê: Bêyî ku ji qadan derkevin divê jiyana nû ava bikin
14:49 Sancar: Em ê li gorî ruhê dîrokê û çandê bajarên xwe ava bikin
14:44 Alîkariyên PAME’yê hatin belavkirin: Dê piştevanî dinyayê biguherîne
14:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:26 TUÎK’ê îstatîstîkên koronavîrûsê 2 sal piştre eşkere kir
14:07 Partiyên Kurdistanî: Divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe bi cih bîne
13:48 Dîroka danişîna rojnamevanên li Enqereyê girtî ne diyar bû
13:41 Ji Eren Keskînê re cezayê hefsê hate xwestin
13:23 Esnafên Pasaja Qapaxliye: Divê rayedar cihekî bo esnafan peyda bikin û mexdûr nekin
12:57 Malbata Şenyaşar: Em li dijî zilmê bêdeng nemînin
12:48 Baroya Îzmîrê ji ber zarokên erdhejê giliyê wezîr Yanik û ÎHH’ê kir
12:48 Sancar li Narliyê çû serdana mexdûrên erdhejê
12:47 Li Agiriyê îdiaya întîharê
12:47 Şaredariya Silopiyayê heqê hatin û çûnê ji mexdûrên erdhejê nastîne
12:47 Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
12:06 Ji bin kavilan 150 cenaze derxist: Em bêxwedî bûn, gelê me alîkariya me kir
11:47 Colemêrg a li ser xeta fayê di rojeva Meclisê de ye
11:17 Mexdûrên erdhejê li dijî konbajar in: Gelo ma li Amedê tu cihên din nemabûn?
11:08 Ji AYM’ê derbarê êrişa li dijî Dayikên Şemiyê de biryara ‘binpêkirina maf’ da
11:07 Ji girtiyê bi îşkenceyê kuştin re 14 hezar lîre pereyê xwarinê teblîx kirin!
10:29 Xwe spartin goristana ku xizmên xwe lê defin kirine
10:27 Ûcaman: Konbajarê li kêleka çem dê xetereyên mezin bîne
10:11 Saziyên kurdî bertek nîşanî astengkirina malperên kurdî dan: Ev biryar nayê qebûlkirin
10:05 Odeya mêvanan a mexdûrê erdhejê
09:55 Piştî erdhejê rewşa Defneyê
09:42 Li Botanê kampanya piştevaniya jinan mal bi mal belav dibe
09:13 ‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
09:08 Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2023'YAN
22/02/2023
23:41 340 navnîşanên URL û malperên înternetê hatin astengkirin
23:33 CPJ: Rojnamevanan bi ‘terorîzmê‘ sûcbar nekin
19:27 Twîtterê bêyî hincet hesabê Rojnameya Xwebûnê girt
18:43 Tifaqa Ked û Azadiyê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Antakyayê
18:23 Kesê êrişî HDP'ê kir hat berdan
17:01 Aktîvîstên ekolojiyê: Ev hilweşîn, encama pergala rant û talanê ye
16:57 Piştî çend rojan dema cilêt û eynik dît…
16:27 Raporek têkildarî rewşa zarokên li konan dimînin hat belavkirin
16:15 Endamê SGDF’ê Polat ji ber ‘heqaret li Erdogan kiriye’ hate girtin
16:02 ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê rapora xwe ya erdhejê parve kir
16:01 Li Semsûrê giliyê îşkencekirina dilxwazan hat kirin
16:01 Li Amedê mexdûrên erdhejê bi zorê ji dibistana ku lê dimînin tên derxistin
15:32 ÎKK’a Rihayê ya TMMOB’ê: Divê efûya îmarê ji rojeva welat bê derxistin
15:32 Kiliçdaroglû Li herêma erdhejê ye: Hê jî pêdiviya konan nehatiye dabînkirin