NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehhezaran kesên ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji gelek welatên Ewropayê hatin Strasbourgê, dest bi meşê kirin.
Ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê hatin ba hev û dest bi meşê kirin.
Di meşê de pankarta “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hate hilgirtin. Çalakvanên meşa dirêj pêşengiyê ji gel re dikin. Her wiha li pêşiya kortejê posterê mezin ê Abdullah Ocalan tê hilgirtin.
Her wiha pankarta “Em bang li Ewropayê dikin: Dawî li îşkence û tecrîda 26 salan a li hemberî Abdullah Ocalan bîne” hate hilgirtin.
Gel, flamayên Abdullah Ocalan jî hilda û bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana Tişrînê" berz dike.
Meşa ku li Bulvara Metz destpê kirî dê heta Parc De L’Etoileyê bidome.