NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş Cemîl Îvrendî û Emrah Nebîoglû bên berdan.
Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û cîbicîkirina mafê wan ê tedawiyê, li Stenbol û Enqereyê çalakî hatin lidarxistin.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 673’yemîn de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li pêşiya avahiya şaxê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e nabe were astengkirin” û “Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî berdin” hatin hilgirtin. Her wiha gelek caran dirûşmên “Girtiyên nexweş berdin” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Xizmên girtiyan û gelek parastvanên mafan jî piştgirî dan çalakiyê. Metna daxuyaniyê ji hêla endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Nazim Dîkbaş ve hate xwendin.
Dîkbaş, da zanîn ku nexweşiyên weke dil, hîpertansiyon, kolestrol, bêhnkurt û anal fîstulê yên Îvrendî hene û wiha got: “Di sala 2002’yan de ji dilê xwe emeliyeta vekirî bû. Derîçeyên dilê wî hatin guherandin û diviyabû her mehê carekê kontrola wî ya tibî bihata kirin. Her wiha divê dermanên xwe birêkûpêk bi kar bianiya. Ji ber nexweşiyên xwe yên bêhnkurt û hîpertansiyonê ku di sala 2006’an de hatin teşhîskirin jî divê kontrola wî ya tibî ya birêkûpêk bihata kirin û dermanan bi kar bîne. Di sala 2007’an de jî teşhîsa anal fîstulê hate kirin û ji ber vê nexweşiyê her tim xwîn jê diçe. Ji ber vê rewşê û dermankirina birîna wî, di sala 2008’an de li Erziromê, di sala 2015’an de li Zanîngeha Osman Gazî ya Eskîşehîrê, di sala 2017’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Eskîşehîrê û herî dawî jî di 18’ê Gulana 2018’an de dema li Girtîgeha Tîpa L a Tarsusê dîsa hate emeliyatkirin. Lê birîna wî nehate girtin.”
Di berdewamê de Dîkbaş, agahiyên keça Îvrendî dane Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê wiha parve kir: “Cemîl Îvrendî ji ber nexweşiyên xwe yên giran hewcehî bi kontrola tibî, tedawî û sexbêrkirinê heye. Hinek dermanên divê birêkûpêk bi kar bîne hene. Divê mehê herî kêm carekê biçe nexweşxaneyê û li dijî kesekîbûna xwînê tehlîlan bike. Lê belê nikare bi tena serê xwe bijî. Tevî vê jî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin ku tecrîdeke giran li wir heye.”
XWEST WERE TEHLIYEKIRIN
Di berdewamê de Dîkbaş got ku nayê zanîn ka tedawiya Îvrendî tê kirin an na û ev tişt anî ziman: “Birîna wî ya anal fîstulê teqiyaye û kesek nizane ka çi hatiye kirin. Ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk divê kontrola edlî, tedawî û sexbêrkirina wî birêkûpêk be. Lê belê tevî vê rewşa xwe jî di şert û mercên girtîgehê de tê ragirtin. Hewceye Cemîl Îvrendî ku nayê tedawîkirin û ji sexbêrkirinê bêpar e, tavilê were berdan. Di 15’ê Cotmeha 2024’an de înfaza xwe temam kiribû lê mafê wî yê tehliyeya bişert tê binpêkirin. Bi vê yekê re mafên wî yên tenduristî û jiyanê tên binpêkirin.”
ENQERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 545’an de hatin gel hev. Çalakî, li ser Cadeya Sakaryayê ya li navçeya Çankayayê hate lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfê di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Emrah Nebîoglû ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin.
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku Emrah Nebîoglû beriya were girtin hemû pêdiviyên wî ji hêla malbata wî ve dihatin pêşwazîkirin û ji roja ketiye girtîgehê heta niha jî hemû pêdiviyên xwe bi tena serê xwe cîbicî dike û bêyî alîkariyê zehmetiyê dikişîne. Hat gotin ku Nebîoglû nikare pêdiviyên xwe yên sereke bi tena serê xwe bicih bîne.
JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E
Di berdewamê de Yazmaci got ku Nebîoglû ji sedî 94 astengdar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêyî alîkariyê nikare jiyana xwe bidomîne. Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê di 25’ê Kanûna 2019’an de raporek amade kir û got ku Nebîoglû ji sedî 94 astengdar e. Di heman demê de Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Antalyayê jî di sala 2022’yan de raporek amade kir û got ku astengdariya wî bi ser ji sedî 94’ê re ye. Lê tevî vê jî nehat berdan. Di vê navberê de ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hate kirin û nêzî 3 mehan li vir hate ragirtin. Piştre jî jê re hate gotin ku şert û mercên wî yên tenduristiyê baş in û bêyî daxwaza wî sewqî Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê hate kirin. Li vir jî nêzî mehek û 7 rojan ma û piştre sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê hate kirin.”
Yazmaci, di berdewama axaftina xwe de got ku divê Nebîoglû birêkûpêk were kontrolkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê belê ji Nîsana 2024’an heta niha ji bo tedawiyê nebirin nexweşxaneyê. Ji sedî 94 astengdar e, gurçikên wî nebaş in û tansiyona bilind pê re heye. Nikare bi tena serê xwe jî bijî. Di vê rewşê de pêkan nîne Nebîoglû bikare li girtîgehê bimîne. Ji bo ku Nebîoglû bikare tedawî bibe, divê were berdan.”