STENBOL - Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi pêşengtiya TJA’yê daxuyanî hate dayin û wiha hate gotin: “Azadiya fîzîkî ya Ocalan misogeriya azadiya tevahiya gelên herêmê ye.”
Bi armanca şermezarkirina 26'emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qada Azadiyê ya navçeya Bakirkoy a Stenbolê daxuyanî hate dayin. Aktîvîstên TJA’yê, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêveberên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta "Jin ber bi azadiyê ve dimeşin" hat hilgirtin. Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmên "Ji şer na, aştî a niha", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.
Parlamenter Çîçek Otlu di daxuyaniyê de bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê mezin a Wanê û diyar kir ku xelkê Wanê li dijî qeyûm li ber xwe da. Çîçek Otlu piştre bal kişand ser komployê û got: "26'emîn salvegera komploya li dijî birêz Ocalan e. Hêzên navneteweyî, rejîmên paşverû yên Rojhilata Navîn, ji bo meşa azadiyê ya gelê Kurd bê veger tesfiye bikin, qanûn paşguh kirin û birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. Weke Kurd, kedkar, jin û ciwan me 26 berê got em komployê nas nakin, îro jî dibêjin em careke din komployê nas nakin."
Sevcan Kadîroglu jî axivî û ev tişt anî ziman: “Em îro di qonaxeke girîng a ji bo dabînkirina aştî û mercên jiyana demokratîk ji bo gelê xwe ne. Ji nû ve destpêkirina pêvajoya diyalogê ji bo gihiştina çareseriyeke mayînde bêyî windakirina demê, di xaleke girîng a diyarkirina paşeroja gelên herêmê de ye. Ji bo aştiyeke bi rûmet û çareseriyeke adil şertê pêwîst ew e ku birêz Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî bi dest bixe û bi awayekî azad siyasetê bike. Em îro careke din komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de dirûşmên li dijî tayînkirina qeyûm û şermezarkirina komployê hatin berzkirin.
Dema girse belav dibû polîsan êriş kirin. Di êrişê de 10 kes hatin binçavkirin.