ENQERE - Bi deh hezaran kesên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li Strasbourgê hatin gel hev, xwestin têkoşîna azadiyê were mezinkirin.
Bi boneya 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi tevlibûna deh hezaran kesan meş hat lidarxistin. Piştî meşê jî mitîng hat lidarxistin. Mitîng bi sirûda “Ey Reqîb” hate destpêkirin û hêrsa li dijî tecrîd û komployê tê vegotin.
Bi hezaran kesên ku qadê tijî kirin, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana Tişrînê” berz dikin.
‘BÊYÎ RÊBER APO PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE’
Di mitîngê de Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî û anî ziman ku komploya navneteweyî di encama berxwedana gel de negihiştiye armanca xwe. Zumrut bilêv kir ku bêyî azadiya Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û bi bîr xist ku eger pêvajoyek hebe divê tecrîd were rakirin.
Zubeyde Zumrut got: “Em polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd qebûl nakin. Em ê dengê xwe bilind bikin.”
‘LI DORA RÊBER APO BICIVIN’
Piştre Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever axivî û wiha got: “We nekarî roja me tarî bikin û hûnê nikaribin. Ez îro careke din bang li gelê me dikim ku li dora Rêber Apo bicivin. Têkoşîna azadiya Rêber Apo li her derê mezin bikin.”
Mitîng bi axaftinan domiya.